Serê Şevê Çîrokek | 2019 Nivîskar: Selîm Temo | Kurmancî | Çîrok | 472 rûpel De werin delalokên malan, va ye wêne hene di pirtûkê de. Bîhna kulîlkên welêt difûrin ji pirtûkê. Derî hene ku berê wan li asîmanî ne. Mêrgên heşîn he... |
1. Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ye. |
|
11.08.2019 13:20 |
mirovekirind
|
2. Xebatekê gelek serkeftî ye lê mixabin hinek biha ye. Divê sazî û komeleyên kurd wê berhemê û berhemên din ên wek vî ji weşanxaneyê bikirin û herwe/bêpere di nav gel de bilav bikin da ku dêûbav û zarokên wan bizanin pirtûkên kurdî yên zarokan hene. |
|
11.08.2019 13:36 |
xelîl
|
3. Berhemeka hêja ye. Ne tenê zarok, ez jî bi kêfxeşî dixwînim. Gava mirov çîrokên kurdî û bîyanî yek bi yek bi pey hev dixwîne, di navbera kurd û gelên din da çi dişibin hev û çi ji hev cuda ne, mirov dibîne. mirov dîbîne Û li gor çand, hişmendî û şaristanîyê dikare wan bide ber hev. |
|
11.08.2019 15:07 ~15:17 |
mirovekirind
|
4. xebatekî resen e. min jî van rojan dil hebû pirtûkekî ya çîrkan bikirim ku bi şev ji zarokan re bixwînin. 365 çîrok wê ji min re bes û zêde be. min ji pirtukakurdî sîparîş da, min meraqdarî li bendê me. |
|
11.08.2019 16:32 |
simurg56
|
5. Anha gihîşt ba min. Min ji bo kurikê xwe yê du mehî standibû. Lê xuyaye ku bikêrî min jî bê. Gava ku min xwend ezê çend hevok li serê binivîsim insella. |
|
12.08.2019 09:20 |
apê mihyedîn
|
6. mixabin ji bo min wek xeyalşikestînekî xuya dike. berîya çend rojan giha destê min. ji wê rojê ve ye, he roj ji keça xwe ya 6 salî re dixwînim. çîroka ewil xweş bû û keça min jî gelekî jê hez kir. lê yên pê re ne wisa bûn. bi taybetî çîroka vîetnamî. jixwe ew ne çîrok e. nizanim çi ye lê tiştekî din e. tê de behsa dojehê, kitêva wederê, ruh, mirin û gelek tiştên din yên metafîzîkî tê kirin. dema çîrok giha van têgehan, ji neçarî min dev ji çîrokê berda û ji keça xwe re nexwend. ji ber ku ne pêkan e ku fêhm bike. heta vê bêjin: in çîrokê qedand û min bixwe tiştekî ji çîrokê fêhm nekir. |
|
21.08.2019 22:57 |
simurg56
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |